H’emû nûçeSereke
Duayek bi zimanê ermenî ji bo rûmeta Yêpîskopos /wêne/

Merasîma pîrozkirina Yêpîskopos Îgnatîûs Maloyan û şeş Pîrozên din li meydana Pêtêrê ya li Vatîkanê, bi serokatîya Papa Lêo XIV emîn pêk hatîye.
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan beşdarî merasîmê bûye.
Merasîmê de, Pap Lêoyê XIV emîn pêşwazîya serokên beşdar di merasîmê de kirîye, di nav wan de serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokkomarê Îtalyayê Sêrgîo Matarêla û mêvanên din yên payebilind jî hebûn.
Merasîma pîrozkirinê de, duayeke ermenî jî ji bo rêzgirtina Yêpîskopos Îgnatîûs Maloyan hatîye xwendin. Ewî gotin û duayên xwe ji hemû beşdaran re ragîhandîye
Çarçoveya çalakîyê de, serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serokkomarê Îtalyayê Sêrgîo Matarêla re hevdîtineke kurt kirîye.










