
Hevseroka daîreya pêwendîyên derve ya rêveberîya xweser Îlham Ahmedê ragîhandîye, qonaxa heyî hestîyar e û divê ji bo Sûryayê sîstemeke nenavendî û dêmokratîk bê avakirin.
Îlham Ahmedê her wiha gotîye, dîyalogên wan bi hukumeta veguhêz ya Şamê re berdewam dikin.
Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê bi duruşma “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke dêmokratîk û azad ava bikin” konfêransa damezirandina yekitîya esnafan hatîye lidarxistin.
Li gorî nûçeya ANHA ê, di konfêransê de nûnerên sazîyên sîvîl û leşkerî, partîyên sîyasî û kesayetên olî amade bûne.
Hevseroka daîreya pêwendîyên derve ya rêveberîya xweser Îlham Ahmed û metranê Cizîr û Firatê yê sûryanên ortodoks Mar Morîs Emsîh jî di nav beşdaran de bûne.
“Tenê kesayet hatine guhartin, sîyaset heman e”
Îlham Ahmedê di axaftina xwe de destnîşan kirîye ku Sûrya di qonaxeke hestîyar re derbas dibe û gotîye:
“Em hîn di destpêka qonaxa ji nû ve sazkirinê de nin. Her çi qasî hewlên guhartina hişmendîyê hebin jî, sîstêmên desthilatdar ji bo parastina pergala navendî li ber xwe didin”.
Îlham Ahmedê daye zanîn ku tevahîya xelkê Sûryayê li benda guhartinên cidî ye û wiha pê de çûye:
“Hêvîya me sûryayeke nenavendî, dêmokratîk û pirreng e. Lê hewlên cidî ji bo hiştina vê sîstemê wekî xwe tên kirin.
Di desthilatê de tenê kesayet hatine guhartin, lê sîyaset heman e”.
“Helandin û înkarkirina destkeftîyan nîne”
Îlham Ahmedê li ser dîyalogên bi Şamê re jî agahî dane û dîyar kirîye ku di navbera rêveberîya xweser û berpirsên hukumeta veguhêz de danûstandin hene û gotîye:
“Welatên navbeynkar yên wek Amerîka û Fransîya civînan amade dikin û em jî wekî sûryayî dicivin”.
Îlham Ahmedê daye zanîn ku li ser tevlîkirina Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) ya bi wezîreta parastinê û hêzên asayîşê ji bo wezîreta karên navxweyî nîqaş berdewam dikin û gotîye:
“Întêgrasîyona HSD û hêzên ewlhîyê ya kavxwe di çarçoveya nenavendîyê de ye û li ser vê yekê lihevkirin heye. Helandin û înkarkirina destkeftîyan nîne”.
Îlham Ahmedê di dawîya axaftina xwe de bal kişandîye ser girîngîya pêvajoya aşîtîyê ya li Tirkyayê û gotîye:
“Ev pêvajo ji bo ewlehîya Sûryayê jî girîng e, ji ber ku çareserkirina pirsgirêka kurdan ji bo herêmê pir girîng e”.







