H’emû nûçeSereke

Artêş wê ji bo parastina yekparçeya ax û serwêrîyê bê bikar anîn:Papîkyan

Artêşa Komara Ermenîstanê tenê ji bo parastina yekparçeya ax û serwêrîyê wê bê bikar anîn. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan  dema nîqaşkirina pêşnûmeqanûna li ser byûcêya dewletê ya sala 2026 a ye  li  parlamêntê ragîhandîye.

Wezîr destnîşan kirîye ku yek ji rêgezên sereke yên mîmarîya ewlehîyê berfirehkirina têkilîyên leşkerî-têknîkî û cûre-cûrkirina çekan e.

Wezîr Papîkyan gotîye:”Em xebata xwe ya ji bo modêrnîzasîyakirina çekên hêzên çekdar û hevkarîya bi hevkarên nû re didomînin.Pîşesazîya leşkerî ya herêmî jî di bin çevan de ye.Sala 2022 a, me bi hevkarên pîşesazîya leşkerî ya herêmî re peymaneke bi qasî 5,5 mîlyard dramî hebû, paşê di encama peymanên sêsalî de, ev hejmar niha gihîştîye 171 mîlyard dramî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button