H’emû nûçeSereke

Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîyê wê ji 1 ê kanûnê bi fermî çalakîyên xwe radiwestîne

Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîyê wê ji 1 ê kanûnê bi fermî çalakîyên xwe bi dawî bike. Li gorî “Armenpress” ê, Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîyê  bersiva daxwazê ji ajansa APA ê ya Adirêcanê  agahdar kirîye.

Nûnerên rêxistinê destnîşan kirine ku “Li gorî biryara ku ji hêla lijneya wezîran ve 1 ê îlona sala 2025 a hatîye girtin, gav têne avîtin ku pêvajoya Mînskê bi dawî bibe” û  dane kifşê, ku pêvajo wê ji 1ê kanûnê bi dawî bibe.

Pêvajoya Mînskê ya  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîyê sala 1992 a ji bo çareserkirina nakokîya Adirbêcan-Qerabaxê dest pê kiribû.Formata sereke Koma Mînskê bûye, ku ji hêla Rûsyayê, Dewletên Yekbûyî û Fransayê ve bi hevserokatîya wê dihat kirin.8 ê tebaxê, Ermenîstanê û Adirbêcanê li Waşîngtonê daxuyanîyeke hevbeş bi Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîyê re îmze kirin û daxwaza hilweşandina Koma Mînskê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button