H’emû nûçeSereke
Wezîrê Padişatîya Yekbûyîye parastinê serdana Ermenîstanê kirîye

Wezîrê Padişatîya Yekbûyîye parastinê Vernon Kokêr ji bo vekirina yekem ofîsa parastinê ya brîtanî ya daîmî li Ermenîstanê bi serdan li Yêrêvanêye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê , baylozxaneya Padişatîya Yekbûyîye li Ermenîstanê ragîhandîye.
Balyozxaneya brîtanîye li Komara Ermenîstanê di daxuyanîyêda de gotîye: “Piştî serdana wezîr Daûtîye meha tebaxê , ku di dema wê de niyeta bilindkirina têkiliyên Brîtanîyayê-Ermenîstanê bo hevkariya stratêjîk hatîye ragihandin, wek wezîrê dewletêyî parastinê yê Brîtanîyayê Vêrnon Kokêr li Yêrêvanê ye da ku yekem yekîneya parastinê ya daîmî li Ermenistanê veke”.







