H’emû nûçeSereke

Yekem civîna koma xebatê ya Ermenîstan-Amerîkayê pêk hatîye

17 ê kanûna pêşin ya sala 2025 a, civîna yekem ya koma xebatê ya Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser bicîhanîna peymanên ku di çarçoveya civîna aşîtîyê ya Waşîngtonê de hatine bidestxistin, pêk hatîye, ku armanca wê kûrkirina hevkarîya stratêjîk û bicîhanîna bi bandor ya mêmorandûmên têgihîştinê bûye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.

“Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan û cîgira alîkara wezîrê Amêrîkayêye karên der Sonata Koûltêrê bi axaftina vekirinêva pêşda hatine û tê de wana hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ku bi awayekî çalak pêş dikeve, pir pesin kirine.

Cîgirê wezîr Kostanyan piştgirîya girîng ya Amêrîkayê ji bo avakirina aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê destnîşan kirîye û eleqeya alîyê Ermenîstanê ji bo xebata çalak ya ji bo pêkanîna mêmorandûmên têgihîştinê yên Ermenîstan-Dewletên Yekbûyî yên li ser hevkarîya di qada pêşxistina kapasîteyê ya projeya “Xaçerêya aşîtîyê”, hevkarîya nûjen di qada zekaya sûnî û nîvkondûktoran de, û hevkarîya di qada ewlekarîya ênêrjîyê de, ku 8 ê tebaxa sala 2025 a hatine îmzekirin, ji nû ve destnîşan kirîye.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku her du alîyan gavên girîng yên ji bo pêkanîna mêmorandûmên têgihîştinê avîtine û agahî li ser pêşketinên hatine bidestxistin  raber kirine.Lihevkirinek hatîye kirin ku di demek herî kurt de nîqaşên di asta pisporan de ji bo pêkanîna peymanên taybetî yên hatine bidestxistin bidomînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button