
Çavdêrîgeha mafên mirovan ya Sûryayê (SOHR) ragîhandîye ku nava 72 sehetên borî de li herêmên cuda yên Sûryayê 17 sîvîl hatine kuştin.
SOHR ê di rapora xwe de dîyar kirîye ku ev rewş nîşaneya wê yekê ye ku xiravbûna ewlehîyê gihîştîye asteke metirsîdar û jîyana sîvîlan dixe xetereyê.
“Belavbûna çekan gef e”
Çavdêrîgehê destnîşan kirîye ku ew belgekirina binpêkirin û tawanên li dijî sîvîlan didomînin û hîşyarî daye ku “alozîya ewlehîyê ya berdewam û belavbûna çekan gefeke raste-rast li ser jîyana welatîyan çêdike”.
SOHR ê her wiha bal kişandîye ser nebûna dadmendîyê û gotîye ku nebûna mêxanîzmên çavdêrîyê û hesabpirsînê rê li ber van tawanên li dijî sîvîlan vedike.







