H’emû nûçeSereke

Şanda bi serokatîya Krês wê ji Bekuyê bê Yêrêvanê

Li gorî “Azatutyun” ê, balyozxaneya amêrîkayêye li Ermenîstanê ragîhandîye ku şanda bi serokatîya rêveberê herêmî yê ajansa bazirganî û geşepêdanê ya Amêrîkayê, Karl Krêsî wê ji Bekuyê  be Ermenistanê.

Li gorî medyaya Adirbêcanê, şanda bi serokatîya Kresî li Bekuyê  rastî cîgirê wezîrê Adirbêcanêyî karên der  Elnur Memêdov hatîye.

Rewşa heyî ya hevkarîya adirbêcanî-amêrîkî di warên ênerjî, veberhênan, bazirganî û ragîhandina herêmî de, tevî rêya TRIPP ê jî, hatîye niqaşkirin.

Her wiha li ser cûre-cûrekirina rêyên bazirganîyê di çarçoveya korîdora navîn de, hawîrdora karsazî û veberhênanê ya guncaw li Adirbêcanê û her wiha derfetên avakirina têkilîyên nû, nêrîn hatine guhertin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button