
Di çarçoveya zêdekirina xebata ji bo pêkanîna projeya TRIPP û pêrspêktîva îmzekirina peymana aştîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, li Bekûyê axaftinên li ser “Adirbêcana Rojava” ê zêde bûne. Bila em bibîr bînin ku bi vê navî, Adirbêcan hema tevahîya axa Ermenîstana nûjen temsîl dike.
Vê carê, serokê civaka bi heman navî, Ezîz Alêkbêrlî, diyarkirina kordînatên 740 goristanên misilmanan yên li “Adirbêcana Rojava” ê raghîandîye. Ev yek di çalakîyeke hevbeş de ku bi dezgeha misilmanên Kafkasê re hatîye lidarxistin, hatîye gotin.
Kesayetîya nû derketîye holê gazinan kirîye ku qaşo “piranîya goristanên misilmanan bi pratîkî têne wêrankirin” û “goristanên ermenîyan li ser hin ji wan hatine çêkirin”. Alêkbêrli dîyar kirîye: “Ev rastîyeke tirsnak e, û divê ji civaka cîhanê re bê ragîhandin. Di vî warî de, pêdivî ye ku bi lijneya îisilmanên Kafkasê re tedbîrên hevbeş bên girtin”.
Armanca kampanyake wisa ya agahdarîyê eşkere ye: di gavekê de gihîştina du armancan. Ya yekem, di nebûna rastîyan de, efirandina pêşşertên hestyarî ji bo îdîayên cûre-cûre yên li dijî alîyê ermenî. Bê guman, behsa “bi sedan goristanên misilmanan” nayê kirin, nemaze yên ku hatine wêrankirin. Ya duyem, dûrxistina balê ji wêrankirina mîrata ermenî li Qerabaxê û mîrata ermenî ya berê wêrankirî li Naxçêvanê.







