
Komeke ji 11 malbatên aûstralyayî ku pêwendîya wan bi DAIŞ ê re heye, neçar man vegerin qampa Rojê ya li Rojavayê Kurdistanê.
Desthilata Şamê rê neda wan malbatan ku derbazî Libnanê bibin da ku ji wir vegerin welatê xwe.
Çavkanîyên ji nav qampê ji Rûdawê re piştrast kirîye ku ew kom ji 24 kesan pêk tê.
Tevî ku pasaportên Aûstralyayê ji wan re hatibûn derxistin jî ew piştî derketina ji qampa Rojê niha careke din vedigerin.
Hîn jî ne dîyar e bê çima desthilata Sûryayê ya li Şamê rê li ber wan malbatan girtîye.
“Em xelkê venagerînin”
Li alîyê din, hukumeta Aûstralyayê helwesta xwe ducare kirîye û ragîhandîye ku ew “xelkê ji Sûryayê venagerînin û wê venegerînin”.
Di daxuyanîya hukumetê de hatîye gotin:
“Dezgehên me yên ewlehîyê çevdêrîya rewşa Sûryayê dikin û wê berdewam bikin, da ku piştrast bin ji bo her aûstralyayî ku bixwaze vegere amade ne”.
Hukumetê her wiha hişyarî daye û gotîye:
“Divê ev kes zanibin, heger wan sûc kiribe û vegerin Aûstralyayê, ew wê bi cezayên giran re rû bi rû bibin.
Ewlehîya aûstralyan û parastina berjewendîyên neteweyî yên Aûstralyayê karê me yê sereke ye”.
Hukumeta veguhêz ya Sûryayê heta niha li ser mijarê tu daxuyanî nedaye.
Sala 2022 a cara ewil 4 jin û 13 zarokên aûstralyayî ji qampa Rojê hatibûn derxistin û vegerîyabûn welatê xwe.
Heta par jî 30 aûstralyayî zedetir li qampê mabûn û dixwestin vegerin.
Rewşa qampa Rojê
2 hezaran zedetir jin û zarokên ku têkilîya wan bi DAIŞ ê re heye, li qampa Rojê dimînin.
Qamp ji alîyê desthilata rêveberîya xweser ve tê birêvebirin û paşeroja şênîyên qampê ne dîyar e.
Qampa Rojê li parêzgeha Hisîçayê ye û girtîgeha dawî ye ku di bin kontrola Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) de ye.
Qampa Holê ya li nêzîkî wê derê, piştî ku HSD ê ji ber zextên Şamê ji hinek deverên parêzgehê vekişîya, meha borî ketibû bin kontrola dewleta Sûryayê.
Gelek şênîyên qampa Rojê dibêjin ku ew dixwazin vegerin welatên xwe lê rayedarên kurd didin zanîn ku hîn tu peymana fermî nehatîye kirin.
Çarenivîsa malbatên DAIŞ iyan yên li Rojavayê Kurdistanê bi salan e nehatîye çareserkirin, çimkî gelek welat ji ber sedemên yasayî, ewlehî û sîyasî naxwazin welatîyên xwe wergirin.







