SerekeSîyasî

Rewşa penaxwazên kurd yên êzidî yên li Avropayê xerabtir dibe

Rewşa penaxwazên kurdên êzidî yên li Avropayê roj bi roj xirabtir dibe û daxwazên wan yên mafê penaberîyê bi girseyî tên redkirin.

Her çi qasî Almanyayê berê bi hêsanî mafê mayînê dida êzidîyan û sala 2023 a komkujîya li wan wek “komkujî” nas kiribe jî niha rewş berevajî bûye.

Niha daxwazên mafê penaberîyê yên kurdên êzidî yên li Almanyayê û welatên din yên  Avropayê bi girseyî tên redkirin.

Bihêzbûna partîyên rastgir bandorê dike

Serokê civata navendî ya êzîdîyan ya li Almanyayê Îrfan Ortac beşdarî bernameya “Dîyaspora” yê ya Rûdawê bûye.

Îrfan Ortac ragîhandîye ku rewşa penaberên êzîdî ya li Avropayê ber bi xiravbûnê ve diçe.

Ortac dîyar kirîye ku ev nêzîkatîya nû ya  Avropayê ji ber bihêzbûna partîyên rastgir û guherîna sîyaseta partîyên din ya li dijî penaxwazan e.

Metirsîya dersînorkirinê li ser 40 hezar kesî heye

Li gorî amarên fermî, daxwaza zêdetirî 40 hezar penaxwazên êzidî yên li Yekîtîya Avropayê hatîye redkirin û metirsîya dersînorkirinê li ser wan e.

Di heyama her du salên dawî de jî zêdetirî 400 êzidî ji Avropayê hatine dersînorkirin û ew vegerandine Herêma Kurdistanê.

Ortac daye zanîn ku îdî mafê penaberîyê bi awayekî giştî nayê dayîn û divê her penaxwaz bi xwe îzbat bike ku jîyana wî di metirsîyê de ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button