Serok Barzanî: giranîya şoreşê li ser milên jinên Kurdistanê bûye

Serok Mesûd Barzanî gotîye:“Jinên Kurdistanê her tim bûne pareke sereke ya têkoşîn û berxwedana gelê me”.
Serok Barzanî her wiha gotîye: “Giranîya şoreşê li ser milên jinên Kurdistanê bûye”.
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8 ê adarê roja jinan ya cîhanî peyamek li ser hesabê xwe yê X ê belav kirîye û 8 ê adarê li jinan pîroz kirîye.
Serok Barzanî di peyama xwe de gotîye: “Bi helkefta 8 ê adarê roja jinan ya cîhanî, ez pîrozbahîyê li jinên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê dikim”.
Serok Barzanî dîyar kirîye ku ew rêzê li qurbanîdanên jinên Kurdistanê digire û gotîye:
“Jinên Kurdistanê her tim pareke sereke ya têkoşîn û berxwedana gelê me bûne.
Giranîya şoreş û qurbanîdanê li ser milên wan bûye”.
Serok Barzanî di dawîya peyama xwe de bextewerî, serfirazî û serkeftin ji bo hemû jinên Kurdistanê xwestîye.







