Sîmon wê di Eurovision 2026 de Ermenîstanê raber bike /vîdyo/

Têlêvîzyona giştî ragîhandîye ku nûnerê Ermenîstanê Sîmon wê strana “Paloma Rumba” di pêşbirka stiranan ya Eurovisionê ya îsal li paytexta Aûstîrya Vîyênayê raber bike.
“Paloma Rumba” stiraneke ênêrjîk û zindî ye ku azadî, tevger û pêwîstîya tevgerîna bi rîtma xwe di jîyanê de pîroz dike. Her wiha karîzmaya Sîmone wek pêrformansek nîşan dide û soz dide ku dikê Eurovisionê bi dengên dewlemend û bêhempa tijî bike.
Mûzîka stranê Lîlît Navasardyanê nivîsîye, ku ji hêla hizkirîyên Eurovisionê ve bi hejmareke stranên orîgînal tê nasîn. Gotinên “Paloma Rumba” ji hêla Roza Lînê ve, li gel Davîd Sarûkyan û Êva Voskanyanêva hatine nivîsarê.
Sîmon gotîye:”Bi salan min xeyal kirîye derheqa dikên mezin û Eurovisionê û îro xewina min pêk hatîye. Ev encama gelek salên xebata dijwar û bawerîyeke bêdawî ye. Ez hêvî dikim ku strana min hesteke azadîyê bide we, ênêrjîyeke bihêz bide we û ji we re bibîr bîne ku carina ji bo xewinekê û serkeftinê tenê gaveke wêrek bes e-ku hûn ji qada rehetîya xwe derkevin”.







