H’emû nûçeSereke

Arayîk Harutyunyan serdana herêmên netewên kêmjimar li herêma Armavîrê kirîye

Serokê kabînêya serokwezîr, serokê şêwira netewên kêmjimar Arayîk Harutyunyan, li gel endamên şêwirê serdana herêmên  netewên kêmjimar li herêma Armavîrê kirîye, bi niştecîhan re civîyaye û bi bernameyên ku hatine pêkanîn û yên berdewam re  bûye nas.

Berî serdana  herêmên niştecihbûnê,Arayîk Harutyunyan civîna xebatê bi walîyê Armavîrê Vahram Xaçatryan re kirîye. Parêzgar Vahram Xasatryan hûrgulîyên li ser xebatên ku li herêmên netewên kêmjimar di warên çêkirina rya, avakirina tora dabînkirina avê û warên din de hatine kirin û berdewam dikin, raber kirîye.

Çarçoveya serdanê de,Arayîk Harutyunyan bi niştecihên  herêmên Nor Artagêrsê, Yêrasxahunê û Fêrik re civîyaye, guh daye pirsgirêkên ku ji hêla wan ve hatine raberkirin û tekez kirîye ku fikarên hindikahîyên neteweyî her gav di navenda bala hukumetê de ne û armanca serdanê ew e ku li cîhê bûyerê bi pirsgirêkan re bê nas kirin û çareserîyên hedefgirtî bên  raber kirin.

Serokê ofîsa serokwezîr her wiha serdana “Zyarata”  êzîdîyan ya Aknalîçê kirîye, li komplêksa perestgeha ruhanî ya êzîdîyan ya nû hatîye avakirin geriyaye û bi xebatên ku tên kirin bûye nas.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button