SerekeSîyasî

Danûstandinên Ermenîstan-Amêrîkayê yên li ser TRIPP ê  betal nebûne: Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan piştrast dike ku danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de li ser projeya TRIPP ê, tevî opêrasîyonên leşkerî yên berdewam yên Amerîkayê li Îranê û rewşa aloz ya li Rojhilata Navîn, betal nebûne.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda Ararat Mîrzoyan di dema brifînga li gel rojnamevanan li parlamêntê gotîye, dema ku bersiva pirsa gelo danûstandinên li ser TRIPP ê bi Amêrîkayê re rawestîyane û gelo rayedarên Ermenîstanê nîgeran in ku heger alozî li Rojhilata Navîn berdewam bibin, dibe ku bername neyê bicîhanîn.

Mîrzoyan gotîye:”Ez ji we re piştrast dikim ku danûstandinên Ermenîstanê-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser TRIPP ê  betal nebûne û di rêyeke normal de ne. Gaveke yekem  8 ê tebaxê de hatîye ragîhandin, me li ser gava duyem danûstandin kirîye û di 14 ê çile de me li ser belgeyeke berfireh li hev kirîye û weşandîye.Gaveke din divê îmzekirina peymana navhukumî be, ku wê mêxanîzmên qanûnî yên zêdetir peyda bike.Xebata li ser TRIPP ê niha li ser belgeyê ye, ew berdewam dibe. Dema ku gengaz be, em ê bigihîjin xebata ku li ser erdê tê kirin jî”.

Mirzoyan di bersiva pirsa gelo ew xetereyekê dibîne ku TRIPP dikare ji bo armancên din, bi taybetî armancên leşkerî, li himber rageşîyên li dora Îranê û li Rojhilata Navîn bê bikar anîn, gotîye: “Em qala projeyeke bi tevahî veguhastinê û bi tevahî girêdana hev dikin, ku wê ji bo Ermenîstanê, Adirbêcanê, hemû cînaran, tevî Îranê, derfetên aborî biefirîne. Karbidestên îranî, hene ez ne xelet bim, di dema hevdîtinên me de jî derfet dîtin ku çend caran bi eşkereyî bêjin ku karbidestên ermenî agahî  raberî wan kirine, tu fikarên wan tune ne û ji bilî vê, ji bo wan jî derfet têne efirandin”.

Mirzoyan li ser îdîaya rojnamevanekî ku fikar hene ku dibe ku Dewletên Yekbûyî di demekê de pişka xwe ya di TRIPP ê de bifiroşe welatekî sêyemîn, wek Tirkîyayê, wiha bersiv daye:

“Divê belge bê xwendin. Ev mijar di belgeya li ser çarçoveya pêkanîna TRIPP ê de tê çareserkirin, li wir mêxanîzm hatine peyda kirin ku bêyî razîbûna Ermenîstanê tu veqetandin, firotan yan veguhastina hiseyan çênabe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button