
Rojnameya New York Times ê, ku du rayedarên agahdar li ser zarê xwe digire, ragîhandîye ku Dewletên Yekbûyî bi rêya navbeynkaran (bi taybetî Pakistanê) planea aşîtîyê ya 15 xala radestî Îranê kiriye.
Li gorî kanala têlêvîzyonê ya îsrayêlîyê hejmara 12 a, ev plan mijarên ewlehîyê yên sereke çareser dike:
. hilweşandina sê tesîsên sereke yên atomî yên Îranê (Natanz, Îspahan, Fordo) û rawestandina tevahî ya dewlemendkirina uranê.
. rawestandin yan sînordarkirina giran ya bernameya mûşekên balîstîk (him ji hêla menzîlê ve û him jî ji hêla mîqdarê ve).
.vekirina tevahî ya devtenga Hormuzê û mîsogerkirina azadîya seyahetê.
Li himber vê yekê, Waşîngton pêşniyar dike ku cezayên atomî bên rakirin û (di bin çavdêrîya hişk de) bernameya atomî ya sîvîl ya Îranê, bi taybetî jî pêşxistina stansîya atomî ya Buşehrê, piştgirî bê dayîn.
Bersiva fermî ya Têhranê hîn jî nayê zanîn. Her wiha ne diyar e ku Îsrayêl çawa li plana aşîtîyê dinêre, ji ber ku ew çar hefte ne bi Dewletên Yekbûyî re li dijî Îranê êrîşan pêk tîne.
Axios, bi îşareta çavkanîyan, ragîhandîye ku Îran bawer dike ku pêşniyara danûstandinê ya Amerîkayê dibe ku dafikek be û rayedarên îranî “naxwazin careke din bên xapandin” ji ber ku êrîşên li ser Îranê hezîrana sala borî û 28 ê sibata îsal de di civîna pêvajoya danûstandinê de pêk hatine.
23 ê adarê, serokê Amerîkayê Donald Tramp ragîhandîye ku Amerîkayê û Îranê danûstandinên pir erênî û berhemdar kirine. Ewî destnîşan kirîye ku ewî ferman daye Pêntagonê ku êrîşên li ser binesazîya ênêrjîyê ya Îranê ji bo pênc rojan paşde bixe. Serokê parlamênta Îranê Mihemed Baxer Xalîbaf diyar kirîye ku bi Amerîkayê re tu danûstandin çênebûne û nûçeyên derew ji bo manîpulekirina bazaran hatine bikar anîn.
Di heman demê de, 24 ê adarê, wezîreta Îranêye karên der ji konsêya ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistina navneteweyî ya deryavanî re ragîhandîye ku “keştîyên nedijmin” dikarin ji devtenga Hormuzê derbas bibin heger ew pêşwext kiryarên xwe bi Têhranê re hevrêz bikin.
Di belgeyê de, ku ji hêla Reuters ê ve hatîye îzbatkirin, hatîye gotin ku “Keştîyên nedijmin, di nav de yên ku aîdî dewletên din in yan jî bi dewletên din ve girêdayî ne, dikarin derbaz bibin bi şertê ku ew beşdarî kiryarên êrîşkar yên li dijî Îranê nebin yan piştgiriyê nedin wan û bi tevahî rêziknameyên ewlehîyê yên îlankirî bicîh bînin”.







