H’emû nûçeSereke
Serokwezîr Nikol Paşinyan wê demeke nêzîk serdana Rûsyayê bike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku ewê demeke nêzîkda serdana Rûsyayê bike. “Ez ê demeke nêzîk de herim Rûsyayê”.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan hevpeyvîna li gel welatiyan li Yêrêvanê bersiva yek ji çavdêrîyên welatîyan yên derbarê têkilîyên bi Rûsyayê re de gotîye.
Ewî her wiha tekez kirîye ku Rûsya dostê Ermenîstanê ye.
23 ê adarê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi rêya têlefonê bi Vladîmîr Pûtîn re axivîye.
Hevdîtinê de li ser mijarên di rojeva dualî de nîqaş kirine û li hev kirine ku di demek nêzîk de bi awayê hevdîtinê niqaşan bidomînin.







