
Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîa Zaxarovayê ragîhandîye ku ew êrîşa bi dronê ya li dijî mala serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar dikin.
Malpera fermî ya wezîreta Rûsîyayêye karên der daxuyanîya Marîa Zaxarovayê belav kirîye.
Marîa Zaxarovayê dîyar kirîye ku 28 ê adarê bi “dironeke xwekuj” ya ku nasnameya wê nedîyar e êrîşî mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hatîye kirin.
“Êrîşên li ser binesazîyên sîvîl zêde dibin”
Marîa Zaxarovayê daye zanîn ku Moskva ji ber şerên çekdarî yên li herêma devtenga Besirayê û zêdebûna êrîşên li ser binesazîyên îdarî û sîvîl gelekî dilgiran e û gotîye:
“Em vê kiryara li dijî mala serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin”.
Zaxarovayê daye zanîn ku armanca êrîşê ew e ku krîza li herêmê li cografyake berfirehtir belav bikin.
Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der destnîşan kirîye ku alozîya heyî “bi êrîşên bêhincet yên Amêrîkayê û Îsrayêlê yên li dijî Îranê dest pê kirîye” û hişyarî daye ku krîze gihîştîye asteke wêrankir.
“Divê çareserîya dîplomatîk pêk bê”
Marîa Zaxarovayê helwesta Rûsyayê ya li ser rawestandina şer ya di demeke kurt de dubare kirîye û bangî alîyan kirîye ku aqilane tevbigerin.
Zaxarovayê eşkere kirîye ku Rûsya ji bo rawestandina demildest ya çalakîyên leşkerî û çareserîya sîyasî û dîplomatîk xwedî helwesteke bibiryar e.
Ewê di dawîya daxuyanîyê de bangî hemû alîyan kirîye ku ji her cûre êrîşên li ser armancên sîvîl dûr bisekinin.
28 ê adarê bi dironê êrîşî mala serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hatibû kirin.







