SerekeSîyasî

Paşînyan û Zêlênskî li ser pêrspêktîvên pêşxistina hevkarîyê axivîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di çarçoveya civîna civaka sîyasî ya Avropayê de  rastî serokê Ûkraînayê Volodîmîr Zêlênskî hatîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda beşa agahdarî û têkilîyên giştî ya ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê daxuyanîek belav kirîye.

Wextê hevdîtinê, alîya pêrspêktîvên pêşxistina hevkarîya dualî ya Ermenîstan-Ûkraînayê nîqaş kirine û girîngîya kûrkirina hevkarîyê di warên berjewendîya hevbeş de tekez kirine.

Herwiha di hevdîtinan de li ser pêşketinên herêmî û cîhanî jî nêrîn hatine parvekirin.

Pêdivîya pêşxistina aştîya aram û mayînde hatîye tekez kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button