H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan li ser destnîşankirina sînora axivîye

Di dema kampanya berîya hilbijartinê de li civaka Tavûşêye Bêrdavanê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihandîye ku di demek nêzîk de bûyerên mezin têne hêvîkirin: destnîşankirina sînor wê pêk  bê.

Ewî destnîşan kirîye ku di encama dîyarkirina sînoran de, xeta ku di dema Yekîtîya Sovyêtê de hebû, tê sererastkirin. “Aştî li ser bingeha ku Ermenîstan û Adirbêcan yekparçeya axa hev, serwêrî û sînorên hev nas dikin, tê sazkirin. Ev tê vê wateyê ku sînor wê wek Ermenîstana Sovyêtê be.Nîşandan wê ji bakûr dest pê bike û wê li sînorê Îranê biqede. Li wan devera ku em ê dest bi pêkanîna projeya TRIPP ê bikin, em ê sînor bi perçeyên kurt dîyar bikin. Divê em rûnin û li ser devera mayî bixebitin”,- ewî destnîşan kirîye û gotîye ku li Bêrdavanê pirsgirêkeke wisa tune ye, lê li şûna wê li Arsvaşênê pirsgirêkeke wisa heye.

Li gorî Paşînyan, ewî li ser pirsgirêka sînor têgihiştina wî heye û ew bawer dike ku têgihiştina Adirbêcanê jî heman e.

Nîkol Paşînyan zêde kirîye: “Têgihîştina min ew e ku divê em niha pirsgirêkê bi awayekî çareser bikin ku di 10 salan de, di 20 salan de, di 30 salan de, di 50 salan de, di 100 salan de, nakokî careke din li ser darekê neşewite”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button