Ermenîstan di warê parastina hewayî de gerekê tenê gumana xwe dayne ser xwe: serokê fermandarîya hêzên çekdar

Ermenîstan di warê parastina hewayî de gerekê tenê gumana xwe dayne ser xwe.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê derheqa wê yekêda fermandarê Komara Ermenîstanêyî giştî, gênêral-lêytênant Êdard Asryan di dema brifînga bi rojnamevanan re li parlamêntê, li ser pirsa gelo veqetandina pergala parastina hewayî ya Ermenîstanê ji pergala parastina Rûsyayêye hewayî li gorî konsêpta veguhêrîna artêşê tê pêşbînîkirin, gotîye.
Fermandarê giştî destnîşan kirîye:”Di warê pergalên dijîbalafir, dijîmûşek û dijîdronan yên Komara Ermenîstanê,em gerekê tenê gumana xwe bidin ser xwe. Em gerekê gumana xwe nespêrin kesekî din.Em gerekê ewqas bihêz bibin ku bikaribin bi serbixwe erkên ku li ser axa Ermenîstanê hatine danîn bicîh bînin”.
Ewî her wiha îdîa kirîye ku rewşa parastina Komara Ermenîstanêye hewayî niha ji ya berî şoreşa qedîfeyî ya ku di sala 2018 a de li welêt pêk hatîye, çêtir e.







