Seredana karmendê karûbarên amêrîkî bo Syûnîkê bi rojeva kûrkirina hevkarîya Ermenîstan-amêrîkîye

Balyozxana Amêrîkayêye li Ermenîstanê ragîhandîye ku karmendê karûbarên Amêrîkayê Dêyvîd Alên vê heftê li Syûnîkêye ku alîyên cîhêreng yên hevkarîya Ermenîstan-amêrîkî ronî bike.
“Di dema serdanê de, hevdîtin bi rayedarên herêmî, mezûnên bernameyên danûstandinê yên Dewletên Yekbûyî, xwebexşên korpûsa aşîtîyê, nûnerên civaka sîvîl, xwendikar û hevkarên Dewletên Yekbûyî re têne plankirin. Berpirsê karûbarên der Alên wê pêşangeha “Mûzêya damezrîneran” li goşeya Kapanêye amêrîkî raber bike, bi xwendikarên bernameya ACCESS ê ya ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve tê fînansekirin li Mêxrîyê bicive û serdana herêma sînor ya Mêxrîyê bike da ku bêtir li ser hevkarîya berdewam fêr bibe. Serdan ji bo ofîsa Gorîsê ya «KontûrGlobal» ê jî tê plankirin da ku mijarên têkildarya ewlehîya ênêrjîyê û hevkarîya potênsîyal bên niqaşkirin”.
Daxuyanîyê de hatîye gotin:”Seredan hevkarîya Ermenîstan-amerîkî ya ku her diçe mezin dibe û xebata me ya berdewam ji bo berfirehkirina derfetên aborî, qewînkirina hevkarîya ênêrjîyê, piştgirîkirina parastina perwerde û mîrata çandî û avakirina pêşerojeke geştir ji bo welatên me, tekez dike”.







