SerekeSîyasî

Baregeha serok Barzanî: em hevxemên malbata Helkewt Ezîz in

Ofîsa serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya nûçegihan û berpirsê nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxîyê belav kirîye.

Helkewt Ezîz  li ser rêya di navbera Bexdayê û Besirayê de rastî qezîyake trafîkê hatibû.

Piştî ku barhilgirek li otomobîla wî qelibîbû, ew bi giranî birîndar bûbû. Helkewt Ezîz piştî nîvroyê ji ber giranîya birîna xwe canê xwe ji dest daye.

“Em xwe hevparê xema wan dibînin”

Baregeha Barzanî di peyama xwe ya sersaxîyê de wiha gotîye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi mixabinîyeke mezin me nûçeya koça dawî ya rojnameger bihîst.

Em sersaxîyê ji malbat, kesûkar û nasên xwedêjêrazî Helkewt Ezîz û hemû rojnameger û xebatkarên medyaya Kurdistanê re dixwazin û em xwe hevparê xema wan dibînin.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku gîyanê Helkewt Ezîz bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button