H’emû nûçeSereke

Destwerdana bîyanî, pevçûyîn, rêtorîka dabeşkar: daxuyanmya çevdêrên navneteweyî

Daxuyanîya pêşin ya şanda çevdêrîya navneteweyî ya ji bo hilbijartinên parlamêntîyê yên 7 ê hezîranê, di dema kampanya berîya hilbijartinê de, zextên raste-rast yên der bi şikilê zêdebûna sînordarkirinên bazirganîyê û gefên ewlehîyê yên ku armanc dikin bandorê li dengdêran bikin, hatine tomar kirin.

Çevdêran destnîşan kirine ku “Kampanya pir pevçûyînî û parçekar bûye û bi îdîayên kirîna dengan û binpêkirinên din yên hilbijartinê re hatîye, ku ev yek bûye sedema destpêkirina gelek dozên cezayî li dijî namzet û çalekvanên opozîsyonê, di encamê de gelek alîgirên opozîsîyonê ji beşdarbûna çalek di kampanyayê de dûr ketine”.

Her wiha wana destnîşan kirine ku zextên li ser karmendên sêktora giştî ji bo beşdarbûna di çalakîyên partîya desthilatdar de û tedbîrên civakî û aborî yên vê dawîyê hatine destnîşankirin, fikaran li ser wekhevîya derfetan ji bo kampanyayê zêde dikin.

Seroka mîsyona çevdêrîya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayêyê Farah Kerîmê gotîye:”Balkêşîya li ser girtin û darizandina kesayetên opozîsyonê beşdarî têgihîştina edaleta bijartî bûye, di heman demê de hawîrdoreke medyayê ya polarîze, rêtorîka înflamatûar, dêzînformasîyon û her weha zext û destwerdana der ya berdewam aramîya dêmokratîk ya Ermenîstanê û yekparçeya niqaşa giştî xistîye xeterê”.

Serokê şanda Konsêya parlamênta Avropayê Damîên Kotyên dîyar kirîye ku “Hilbijartinên li Ermenîstanê di şert û mercên jêopolîtîk yên bi taybetî aloz de, ku bi destwerdana raste-rast ya derveyî re hatine lidarxistin”. Li gorî wî, zext û gefên rayedarên Rûsyayê gihîştine “asteke bêhempa û nîgeran”.

Seroka şanda parlamênta Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  Yêvrosîma Pêyovîçê tekez kirîye: “Girîngîya van hilbijartinan û her weha rêtorîka polarîzasyonê ya ku di tevahîya kampanyayê de hatîye ziman, ji bo him dengdêran û him jî ji bo karmendên hilbijartinê atmosfereke aloz efirandîye”.

Mîsyona çevdêrîya medyayê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  her wiha nîşan daye ku hawîrdora medyayê li Ermenîstanê piralî ye, lê polarîze ye. “Piranîya dezgehên medyayê ji  alîyê reqîban ve hatine bikar anîn da ku heqaretên hevbeş û rêtorîka kampanyayê ya parçekar belav bikin, hema tu analîzeke bingehîn ya bernameyên namzedan  raber nakin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button