
Di ser bidarvekirina Şêx Sehîdê Pîran û 46 rêhevalên wî re 101 sal derbas bûne.
Şêx Sehîd 13 ê sibata sala 1925 a li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê li dijî Komara Tirkîyayê serhildanek da destpêkirin lê serhildana wî bi ser neket û Şêx Sehîd û rêhevalên wî 29 ê hezîrana sala 1925 a ji aliyê hukumeta wê demê ya Tirkîyayê ve hatine bidarvekirin.
Şêx Sehîd sala 1865 a li navçeya Paloyê ya Xarpêtê ji dayîk bûye.
Ew li Bakurê Kurdistanê şêxekî girîng û navdar yê terîqeta Neqşbendîyan bûye.
Şêx Sehîd xwendina xwe ya olî li bajarê Xinisê yê parêzgeha Erzurumê ya Bakurê Kurdistanê qedandibû.
Ew serokê komeleya serxwebûna Kurdistanê bûye, li gel hejmareke parlamentarên kurd û mezin û serkirdeyên kurd yên wê demê biryar da ku li dijî Komara Tirkîyayê û tevgera nijadperest ya Kemalîstan serhildanê bike.
Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bûye û 13 ê sibata sala 1925 a şoreşê dest pê kir.
Serhildana Şêx Sehîd di dîroka kurdan de serhildaneke berfireh ya ku li 14 bajar û navçeyan belav bûye.
Di heman demê de ew serhildanan yekem bû ku piranîya pêşengên wê bi hev re hatine bidarvekirin.
Piştî ku Serhildana Şêx Sehîd şikest û ew û gelek rêhevalên wî hatin girtin, 10 ê gulana sala 1925 a li dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê ya Amedê hatine darizandin.
Darizandina wan nêzîkî 50 rojan berdewam kirîye.
28 ê hezîrana sala 1925 a dadgehê derbarê Şêx Sehîd û 46 rêhevalên wî biryara bidarvekirinê dane.
Li du kesan jî cezayê girtîgehê hatîye birîn.
Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji rêhevalên Şêx Sehîd û beşdarên serhildana sala 1925 a roja 28 ê hezîranê û yên din û Şêx Sehîd bi xwe jî 29 ê hezîrana sala 1925 a li taxa Derîyê Çîyê yê Amedê hatine bidarvekirin.
Bi tevahî 47 kes hatine bidarvekirin.
Ji wê rojê heta niha hîn jî nayê zanîn ka dewleta Tirkîyayê termê Şêx Sehîd û rêrêhevalên wî li kû derê veşartine û gora wan hîn jî ne diyar e.
Di serî de malbata Şêx Sehîd, bi awayekî giştî kurd û rêxistinên kurdan ji dewleta Tirkîyayê dixwazin ku cihê gorên Şêx Sehîd û rêrêhevalên wî bê eşkerekirin.







