
Rojnamevane îsrayêlî û efirînerê kanala “ДУБОВ”, hevpeyvîna bi Factor TV ê re, behsa biryara hukumeta Îsrayêlê kirîye û gotîye: “Di biryara niha ya naskirina qirkirina Ermenîya de tiştekî exlaqî tune. Ev, heger hûn bixwazin, «çavê Tirkîyeyê de ye”.
Li gorî wî, hema her hewldanek ji bo naskirina qirkirina Ermenîya li Îsrayêlê bi qonaxên krîtîk yên têkilîyên bi Tirkîyayê re hevdem bûye. Di heman demê de, Dûbov li ser pêrspêktîvên pejirandina dawî ya vê biryarê gumanbar e, destnîşan dike ku ew hîn ji Knêssêtê derbaz nebûye û gumanê dide ku parlamênt wê berdewam bike li ser pêşvebirina wê.
Hevpeyvînê de têkilîyên Îsrayêlê bi Adirbêcanê re jî hatine nîqaşkirin. Li gorî Dmîtrî Dûbov, Adirbêcan ji bo Îsrayêlê li qada piştî Sovyêtê hema dewleta here girîng e, di serî de ji pêrspektîva ewlehîyê. Ji ber vê yekê, li gorî wî, Îsrayêl di tu şert û mercan de têkilîyên bi Bekûyê re xera nake û biryara naskirina jênosîda Ermenîya rîskeke sîyasî ya hesabkirî bûye, ne gavek hestyarîye.
Herwiha, di axaftinê de li ser berteka nerm ya Ermenîstanê ya li hember naskirina jênosîda Ermenîya ji alîyê Îsrayêlê ve, pêrspektîvên têkilîyên Ermenîstan-Îsrayêlê û her weha encamên pevçûna leşkerî ya dawî ya di navbera Îsrayêlê û Îranê de jî hatîye axaftin. Li gorî Dûbov, pevçûnên leşkerî yên raste-rast di navbera her du welatan de dibe ku bibin rastîyeke nû û Rojhilata Navîn ketîye qonaxeke pêşkeftinê ya nepêşbînîkirîtir.







