“Agirê di navbera me û wanda wê diha qewatbe”,-k’oma cîhadîstaye DAÎŞ-ê gotîye û wî cûr’eyî berbir’î wa gotî “leşkerên îslamê” û binelîyên Xelîfatê bûye.T’eşkîleta têr’orîstîye DAÎŞ-ê sala 2O14-a t’opraxên bi neftêva dewlemend, yên li Îraqê û Sûrîyaê zeft kirin. Feqet cîhadîsta p’arç’ê t’opraxa dawî, yê ku li provînsîya Dêyr Zorê mabû, unda kir.DAÎŞ k’omên xweye r’azayî xweyî dike û bi destî wan kirinên têr’orîstî mîyaser dike. Wana vîdêyo bela kirîye, nava k’îjanêda ew koalîsîonê nava wê yekêda gunek’ar dike. “Ewê bik’evine nava agirê şer’ê berk’, yê ku wê wana bêserî bike”,-DAÎŞ-ê e’şaretî daye.Nava vîdêoyêda tê dîyarkirinê, ku ew çawa şer’k’arên k’urde r’evandî didine ber gula, yan jî serê wan jê dikin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close