Parlamêntvanê T’irk’îyaêyî ji partîya Dêmokrasîya Gela, yê e’silê xweda ermenî Karo P’aylan zordarîya polîsîyaêye hindava parlamêntvanên wane li Dîyarbek’irê r’exne kirîye. Em bêjin,wekî 19-ê t’ebaxê, bi qirara seroketîya T’irk’îyaê, serokbajar’ên Dîyarbek’irê, Wanê û Mêrdînê ji qulixên xwe hatine derxistinê û dewsa wana we’delû merivên başqe hatine k’ifşkirinê. R’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda P’aylan nivîsîye: “Li ber avayê partîya meyî li Dîyarbek’irê hindava parlamêntvanên meda zordarî tê mîyaserkirinê.Serokbajar’ê ji alîyê cime’têda hilbijartî ji qulixê derxistine, hindava wîda zordarî tê mîyaserkirinê. Ew çi ku niha li T’irk’îyaê diqewime, têr’ora dewletêye… Werin em bêdeng nemînin”.
Gotarên eynî
Ez bang li Rûsyayê dikim heger dorpêç berdewam bibin, Ermenîstan wê pirsgirêkên xwe çareser bike, şaşîyên berê dubare nekin: Alên Sîmonyan
04.06.2026, 13:35
Ji min re dibêjin em ji bo fêkîyan dest ji serxwebûna xwe bernadin:Ararat Mîrzoyan
04.06.2026, 12:40
Herwiha kontr’ol bike
Close





