SerekeSîyasî

R’ûê protêstokirinada mecalên Îraqêye prêssyaê ji Beg’dayê cîguhastî Hewilêrê dibin

Protêstokirinên li Îraqê werguhêzî zordarîyê bûne û r’ûê wê yekêda ofîsên cêrge kanalên têlêvîzîonê û mecalên prêssaêye mayîn hazir dibin ofîsên xwe cîguhastî  p’ayt’extê K’urdistanê-Hewilêrê bikin.K’atibê yektîya r’ojne’mevanên K’urdistanê Azad Emîn e’lam kirîye,wekî kanala îraqîye Al E’rebîya xebata xwe li Hewilêra p’ayt’ext destpê kirîye, çimkî ofîsa wan li Beg’dayê hatîye girtinê. Ewî gotîye,wekî hinek ofîsên prêssa îraqî û navnet’ewî li Beg’dayê r’astî zordarîyê hatine û hinek ji wana hatine girtinê. Feqet wana ofîsên xwe li Hewilêrê vekirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button