
Dêlêgasîya Herêma K’urdistanê wê her’e Beg’dayê, bona ku r’astî frak’sîyaên k’urdaye li parlamênta Îraqê bê û usa jî çend pirsa t’evî seroketîy Îraqê gotûbêj bike. “Dêlêgasîya Herêma K’urdistanê wê r’astî wek’îlên h’ukumata Îraqêye fêdêral bê û wê qanûna derheqa byûcêya sala 2O2O-da gotûbêj bike”,-derheqa wê yekêda wek’îlê Herêma K’urdistanêyî li Îraqê Fariz Îsa gotîye.Ewî usa jî serda zêde kirîye,wekî r’oja çûyîna dêlêgasîya Herêma K’urdistanêye li Beg’dayê hela hê zelal nîne.







