
Hîyêne wekî nava vê h’evtêda li Davosê serokê K’urdistanê Neç’îrvan Barzanî wê r’astî serokê ŞAY Donald T’ramp bê. Me îdî daye dîyarkirinê,wekî serokê K’urdistanê wê t’evî forûma êkonomîkîye li Davosê bibe û r’asthatin wê nava dorana forûmêda derbazbe. Nêç’îrvan Barzanî wê usa jî r’astî serokê Organîzeya Net’ewên Nekbûyî Antonîû Gûtêrêş û cêrge lîdêrên h’emdinîyayî bê. Wextê wan r’asthatina heleqetîyên di navbera K’urdistanê û civaka navnet’ewîda, usa jî pirsên başqeye girêdayî herêmêr’a wê bêne gotûbêjkirinê.







