Sereke
Wextê agirpêketinên li qampa li Zaxoyê sê êzdî bûne cangorî
Nava encamên agirpêketinên li qampa nêzîkî Zaxoyê sê êzdîyên mihacir bne cangorî. Derheqa wê yekêda wekîlê parastina Dihokêye sîvîl Bawar Ezîz gotîye “BasNews” -ê.Ewî daye dîyarkirinê, wekî çadir agir pê ketîye û sê neferên malbetekê bûne cangorî.Du meriv jî gîhandine nexweşxanê.Hatîye ragîhandinê, wekî bi texmîn ew yek rûyê ênêrgîya êlêktrîkîda qewimîye û piştî agirpêketinê, çadirên li rex jî şewitîne.Hatîye dîyarkirinê, wekî van çadirada êzdîyên ji Şengalê bûne.