Têlêvîzîyona îtalîye Rai4 -ê nava progirama xweye Wonderland-da 22-ê hezîranê rêportaja derheqa Tûmoyêda raber kirîye.Xudanên rêportajê dane dîyarkirinê, wekî bi cêografî Ermenîstan alîyê Asîyayêye, lê alîyê çandêda koka Ermenîstanê ya avropî tê hesabê, ya ku ji kûraya dîroka hezarsale tê.
“Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê, ji sala 1991-da Ermenîstanê serbestî dest anîye. Bi sedsala ew li ser rêyên Rojavayê û Rojhilatêye kirîn-frotanê bûye”,-xudanên rêportajê dane dîyarkirinê.Hatîye gotinê, wekî ji sala 2O11-da li Yêrêvanê merkeza têknolocîyaye Tûmo hatîye sazkirinê, li kîderê xort û keçên ji 13-a hetanî 19- salî belaş dixîwînin. Rojnamevana tevî serokatîya merkezê xeberdane, yê ku daye dîyarkirinê, wekî vî cûreyî mecalê didine xwendikara ku li cem wan têknolocîyên nû û dîzaynê hînbin.Ewî daye dîyarkirinê, wekî tevî geleka hevkarîyê dikin û gelo wê mecal hebe ku Tûmoyê derbazî Îtalîyayêkin. Hevkarî usa jî li Portûgalîyayê û Fransîyayê , usa jî bajarên mayîn berdewam dibe.