Sereke
Tirk li Bekûyê, azêrî jî li Konyayê: telîmên tirka- azêrîyaye tevayî destpê bûne
Li Bekûyê bi sernavê “Mistefa Kemal atatirk 2O21” telîmên tirka-azêrîyaye tevayî destpê bûne.
Ewê sê roja berdewambin û wê 3O-ê hezîranê ser hevda bên.Nêzîkî 6OO leşkerî tevî wan telîma dibin. Tank, helîkoptêrên leşkerî, diron û têknîka leşkerîye başqe tên xebitandinê.
Li bajarê Tirkîyayêyî Konyayê jî telîmên hewê tên derbazkirinê, tevî kîjana dibin leşkerên azêrîyaye hewê.
Çend roj pêşda, Adirbêcanê û Tirkîyayê li Nexçêvanê telîmên stratêcî derbaz kirine.