H’emû nûçeSereke

Li Parîzê hevdîtina Mîrzoyan-Bayramov derbaz bûye

Li Parîzê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî hemsedirên koma Mînskê Êndryû Şofêr /ŞAY/, Îgor Xovayêv /Rûsîya/ û  Brîs Rokfoy /Fransîya/ hatîye.

Ji wezîreta karên der elam kirine, wekî wextê hevdîtinê dorana pirsên berfireh, yên girêdayî dew û doza Qerebagêra, hatîye gotûbêjkirinê.Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî bona helkirina pirsgirêkê rîya edil pêwîste, ya ku gerekê li ser hîmê prînsîpên eyan û bin bandora koma Mînskêda bê helkirinê. Xeberdan derheqa girîngîya seredana hemsediraye li herêmê çûye. Ararat Mîrzoyan êrîşên li Qerebagê, yên li ser binelîyên sîvîl, gunehkar kirîye, rûyê kîjanada meriv jî hatine kuştinê.

Herdu alîya jî fikir dora pirsên hûmanîtarî pevguhartine. Ararat Mîrzoyan derheqa dîlên ermenîda xeberdaye û gotîye, wekî pêwîste ku ew dîl lez paşda bêne vegerandinê.Ewî usa jî derheqa parastina mîrata ermenîye çandî-dîrokîda daye dîyarkirinê.

Rojtira mayîn,  bi mêvandarîya wezîrê Fransîyayêyî karên der, Jan Îv Li Drîan, bi navçîgarîya hemsedirên koma Mînskê û bi tevbûna hemsedira hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der  derbaz bûye.

Wextê hevdîtina pêncalî, wezîrê Ermenîstanêyî karên der tabîya alîyê ermenî daye dîyarkirinê, anegorî kîjanê gerekê şuxulkarîya helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil nava formata koma Mînskêda bê kirinê.

Ararat Mîrzoyan usa jî tabîya hemsedira îzbat kirîye û derheqa provokasîyayên ku li herêmê tên mîyaserkirinê û propaganda dijî ermenîyada xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button