Propaganda dijî ermenîya û gefxwerina bona xebitandina qewatê dîsa çawa syaseta Adirbêcanêye dewletê dimîne: wezîreta karên der
Girêdayî 34 salîya qetilkirinên binelîyên ermenîye li bajarê Sûmgaîtêra, wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye.
“34 sal pêşda, ji 27-a hetanî 29-ê sibatê, bi progiramkirina serokatîya Adirbêcanê û îzindayîna organên extîyarxweykir, li bajarê Sûmgaîtê qetilkirinên binelîyên ermenî hatine mîyasekirinê, wextê kîjana bi seda ermenî, jin û zarok û merivên yaşê xweda mezin hatine qetilkirinê û bi hezara meriv jî bi destê zorê hatine derxistinê. Ew mêxanîzm paşê li Bekûyê, Kîrovabadê û li bajarên Adirbêcanêye mayîn berdewam bûn.
Qetilkirinên ermenîyaye li Sûmgaîtê li temamîya dinîyayê eşkere bû û ji alîyê parlamênta Avropayêda rêzolyûsîya gunehkarkirinê hate qebûlkirinê.
Bi berdewamkirina wê yekê, wextê agrêsîya 27-ê îlona sala 2O2O-î destpêkirî, hêzên azêrîya paqijkirinên êtnîkî li wandera mîyaser kirin, kîjan cîh ketine bin kontrola wan.Xêncî gavên dijî ermenîya usa jî heykel û zyaretên ermenî, mîratên çanda ermenî hatine xirabkirinê.
Qirara mehkema navnetewî ya 7-ê kanûna sala 2O21-ê, mecalên nava doranên konvênsîyayêda dane kifşê, wekî ji qetilkirinên Sûmgaîtê ji 3O salî zêdetir wede derbaz bûye, û ew syaseta berê berdewam dibe.
Roja îroyîn em qedirê bîranîna cangorîyên wan xirabkarîyên li Sûmgaîtê û li bajarên Adirbêcanêye mayîn digrin, û didine dîyarkirinê, wekî propaganda dijî ermenîya û gefxwerna bona xebitandina qewatê dîsa çawa syaseta Adirbêcanêye dewletê dimîne”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.