H’emû nûçeSereke
Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê dêlêgasîya bi serokatîya wekîlê Yekîtîya Avropayê qebûl kirîye
Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan dêlêgasîya bi serokatîya wekîlê Yekîtîya Avropayê Toyvo Klaar qebûl kirîye.
Wextê rasthatinê pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, usa jî yên derheqa çareserkirina qewînbûna herêmê, hatine gotûbêjkirinê.
Xeberdan derheqa cêribandinên provokasîya û tehsîrkirinên alîyê azêrîyaye ser binelîyên Arsaxê çûye.
Fikir usa jî derheqa şuxulkarîya normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda hatine pevguhartinê.