Merkeza Hêzên Sûrîya Dêmokratîk pêşda elam kiribûn, wekî prêssa tirka behsên derheqa wê yekêda belav kiribûn, ku giva Hêzên Sûrîya Dêmokratîk şerkarên xwe şandine Ûkraînayê.
Hatîye dîyarkirinê: “Em elam dikin, wekî ev înformasîya ne anegorî rastîyêye. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk bona parastina herêmê û cimetên li wir şerkarîyê dikin. Ew borcdarîyên xwe mînanî berê diqedînin”.