H’emû nûçeSereke
Hevaltîya ermenî dirona nû raber kirîye

Hevaltîya Armenia UAV Lab ê dirona nû raber kirîye. Hevaltîyê derheqa wê yekêda rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye û daye dîyarkirinê, wekî ev diron bi mecalên nû hatîye çêkirinê.
Ev hevaltîya ermenî senaya leşkerîva mijûl dibe û ewê pirs danîye pêşîya xwe ku eskerê ermenî bi têknîka leşkerîva bide dewlemendkirinê. Hevaltîyê tiştên xweye çêkirî li pêşengehên cîh û navnetewî raber kirine.







