Li bajarê Herma Kurdistanêyî Zaxoyê êzdîyên mihacir razalixî elamî serokatîya bajêr kirine bona wê yekê, wekî li wir ew hatine qebûlkirinê û nava van heyşt salên dawîda piştgirî dane wan.
6-ê tîrmehê bi teşkîldarîya koma «Hîvî» li merkeza çandîye Lalişê fêstîvala «Zaxo û Şengal» hatîye teşkîlkirinê. Li wê qampê ji 2O hezarî zêdetir êzdîyên ji Şengalê dijîn.
Armanca fêstîvalêye hîmlî ew bûye, ku razîbûna xwe elamî wekîlên bajêrê Zaxoyê bikin, bona qebûlkirina germ, bona piştgirîyê, ya ku nava van salada hatîye stendinê.