H’emû nûçeSereke
ŞAY bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê kirîye ku pêvajoya dîplomatî bidine aktîvkirinê
Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê dike ku hevkarîya dîplomatî boy qayîlnivîsara aşîtîyê bidine aktîvkirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê berdevkê dêpartamênta Ştatên Yekbûyî, ya dewletê Vêdant Patêl gotîye. Pêşîya hevdîtina li Bryûsêlê, ya serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanê, Patêl gotîye:«Ez dikarim tenê wê yekê îzbatkim, çi ku me pêşda gotîye. Ştatên Yekbûyî dîsa li ser wê tabîyêye ku piştgirîyê bide pêşeroja herêma Qafqasîya Başûr, ya qewîn, dêmokratîk, gulvedayî û edil».