Koma opêratîv, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hate Ermenîstanê
Êvara 15 ê îlonê, li gorî biryara şêwira Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, koma opêratîv, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hate Ermenîstanê, serkarîyê kîjanê dike serokê ştabê ya Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv Anatolî Sîdorov.
Heman wê rojê gênêral Anatolî Sîdorov ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyanda hate qebûlkirinê.Wezîrê parastinê rewşa ku nava encamên erîşa berfireh ya ji alîê Adirbêcanda 13 ê îlonêda pêk hat, û pirsên girêdayî monîtorîngêra raber kirin.
Wezîr gumane ku ev komê xebatê bi bandor bimeşîne û li ser rewşa opêrasyonê raporeke berfireh û rast raberî şêwira Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bike.
Koma opêratîv rojên pêşinda li navenda sereke ya hêzên çekdarên Komara Ermenîstanê û qadên opêrasyonên şêr, wê xebatên anegor biqedînin.