Wextê axaftina xwe, ya bona êrîşa Îranêye ser Herêma Kurdistanê, wezîrê Îraqêyî karên der Fûad Husêyn gotîye, wekî Îran û Tirkîya dixwezin pirsgirêkên xweye li cem xwe cîguhastî Kurdistanê bikin.
«Partîyayên opozîsîyon û teşkîletên Îranê û Tirkîyayê îşê wanî hundure, lê herdu welat dixwezin pirsgirêkên xwe cîguhastî Kurdistanê bikin»,-Fûad Husêyn gotîye.
Partîya Dêmokratîk, ya Kurdistana Îranê ji salên 197O ê yî li Îraqêye, feqet bombebarankirinên Îranê û Tirkîyayê didine kifşê, wekî ew dixwezin pirsgirêkên xwe derbazî li Kurdistanê bikin. Tevî Îranê û Tirkîyayê pêwandîyên meye êkonomîkî hene. Di navbera me û wanda kirîn- frotan dighîje mîlyarda dolara û Îran û Tirkîya kara mezin dstînin»,-Fûad Husêyn gotîye.
«Pirsa sereke ewe, ku gelo dêklarasîya Organîzeya Netewên Yekbûyî û mafên navneteweyî îzinê didine Îranê û Tirkîyayê ku opêrasîyonên leşkerî mîyaserkin. Bersiva wê pirsê zelale, «îzin tune». Girêdayî derbgîhandina Hewlêrêra, komîtê hatîye sazkirinê û Îranê gotibû wekî derb gîhandîye baza cesûsîya Îsrayêlê».
Fûad Husêyn daye dîyarkirinê, wekî ewê tu cara îzinê nedin ku axa îraqî bona gefxwerinên welatên cînar bidine xebatê.