Di rewşa heyî da Ermenîstan têra nabîne ku li axa xweda telîmên leşkerî yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv pêk bîne
Telîmên hêzên aştîparêz yên Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolektîv îsal li Ermenîstanê wê pêk neyê, bo rewşa heyî.
Li gorî nûçeya “Armênpress” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan civîna xwe ya çapemenîyêda ragîhand.
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê berîya niha bi nivîskî ji navenda hevparya ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvra ragîhandibû ku em têra nabînin ku di vê rewşê de li Komara Ermenîstanê telîmên leşkerî yên bi vî rengî bên kirin. Herî kêm îsal ew telîmên leşkerî li Komara Ermenîstanê wê neyne kirin”,- Nîkol Paşînyan got.
Wezîreta Rûsîyayêye parastinê ragîhandibû ku telîmên leşkerî ya hevpar ya bi navê “Biratîya bêdestûr-2023” ya hêzên aştîyê yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv li ser xaka Ermenîstanê wê bê lidarxistin.