H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstnê nêrîna alîyê Ermenîstanê ya peymana aştîyê pêşkêş kir

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna hukumetê da hûrgilî pêşnîyarên alîyê ermenî yên derbarê peymana aştîyê de eşkere kir: “Nêrîna me wiha ye: di belgeyê da mantiqeke usa ya peymanan hebe, sîstêmeke usa bi bandor ya kontrol û hevsengîyê ku her ssênarek têkdana aştîya mayînde û bi îstîqrar ji holê rake.

Ssênara vê yekê ewe ku îmzekirina belgeyê ne li ser bingeha peymana aştîyê ya ji xwe veguhere şer (ev bêaqil xuya dike, lê dibe ku ssênareke usa be), lê bi rastî tê wateya aştîya mayînde”.

Nîkol Paşînyan teqez kir ku alîyê Ermenîstanê amade ye peymana aştîyê îmze bike, ku dê bibe garantîya aştîyeke mayînde û bi îstiqrar. “Ez pabendbûna hukumeta me û ya xwe ku rojek berê peymanek wiha îmze bikin, piştrast dikim. Weke ku min berê jî gelek caran gotîye, ez amade me ku berpirsyarîyeke wiha bigirim û hilgirim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button