SerekeSîyasî

Daûdoglû gotîye Êrdogan: tu gerekê dûrkevî, eva cabdarîya teye

Serokwezîrê Tirkîyayêyî berê Ahmed Daûdoglû elam kirîye, wekî serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan û hemû kesên mayîn gerekê ji desthilatdarîyê dûr bikevin.

Bi gotina Daûdoglû ewî wedê xweda hema usa kirîye û ji partîya Êrdogan dûr ketîye, çimkî ew bi rîya partîyayêva qayîl nîbû.

Bi fikira Daûdoglû li Tirkîyayê hemû tişt bi destûra serokê welêt tê kirinê û tu kes cabdarîyê hilnade ser xwe. “Hetanî wî çaxî jî dema ku agir ditemirînin dîsa dibêjin ku ew bi emirê serokê welêt wê yekê dikin”,- Daûdoglû gotîye. Bo wê yekê jî tu kes cabdarîyê hilnade ser xwe. “Wededa min pêşnîyar kir, ku qanûna derheqa avayîçêkirinêda qebûlkin, lê serok minra got, ku ezê piştgirîya tu kesî nestînim.Niha jî ew gerekê ji qulixê dûrbikeve, çimkî ev yek cabdarîya wîye”,- Ahmed Daûdoglû gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button