SerekeSîyasî

Nava encamê erdheja li Samsûrê, 35 endamên malbetekê bin avayada mane

Nava encamê erdheja li bajarê Samsûrê, 80 selefê bajêr hedimîye. Malbetên usa hene, ku bi deha endamên xwe unda kirine.Malbeta Fîlîkî 35 endamên xwe unda kirine.

Wextê axaftina xwe, ya tevî miqaledarê ajansa înformasîyon, Şêxmûs Fîlîkî gotîye wekî ew wextê erdhejê li Amedê bûye û çawa ku ew derheqa erdhejêda pê hesîyaye, paşda vegerîyaye. Ewî ber çevê xwe dîtîye, wekî li Samsûrê bi hezara avayî hedimîne.

Hatîye dîyarkirinê, wekî meriva destpê kirîye bi xwe, bêyî piştgirî, alî zîyankêşa bikin, çimkî tu kes nehatîye alî wan bike. Bi gotina Fîlîkî, ji malbeta wan 35 endamên wan bûne cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button