H’emû nûçeSereke
“Mecala destpêbûna êskalasîyayê mezine”: Nîkol Paşînyan

“Niha destpêbûna êskalasîyayê gelekî mezine, him bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê û him jî li Qerebagê”,- Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî fikirdarîya wî li ser axaftina Adirbêcanêye agrêsîv hatîye bingehkirinê: “Melûmetîyên başqe jî hene”,-Paşînyan gotîye. Serokwezîr bîr anîye, wekî elametîyên Adirbêcanê him pêşîya şêr û him jî piştî şêr zêde bûne.
Paşînyan usa jî derheqa mêxanîzmên zeftkirinêda xeberdaye: “Ermenîstan kirinên agrêsîv mîyaser nake û eve menî, wekî Ermenîstanê birîyar kir, ku dîtindarên Yekîtîya Avropayê teglîfke”.
Serokwezîr gotîye wekî civaka navneteweyî gerekê bide kifşê, wekî qezîya êskalasîya nû gelekî mezine.







