Elîyêv xemgîne wekî hersê qewilên şerê 44 roje îdî tunene: pêşezanê fransî

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv xemgîne, wekî qewilên pêşîya şerê 44 roje, yên heta-hetayê nînin û bo wê yekê jî difikire ku çiqasî zû bighîje serkevtina sîyasî, ewqasî baş ew dikare wan tişta bide xebatê, çimkî ew zane wekî wede dikare dijî Bekûyêbe. Derheqa wê yekêda pêşezanê înstîtûta Parîzêye sîyasîzanîyê Kays Mînasyan gotîye.
Pêşezan şirove kirîye, wekî sê sal pêşda, dema ku şerê 44 roje destpê bû, qewilên cuda hatine sazkirinê, yên ku roja îroyîn tunene.
“Berî her tiştî nexweşîya koronavîrûsê hebû, ya duemîn ew bû, wekî li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hilbijartinên serokatîyê bûn, ya sêemîn, wî çaxî Tirkîya û Rûsîya nava hevkarîya sixdabûn. Nava van hemû qewilada Adirbêcanê jî êrîş bire ser Arsaxê. Roja îroyîn ev qewil tunene, koronavîrûs û Tramp tunene,usa jî hevkarîya Tirkîyayê û Rûsîyayê ewqasî zelal nîne, çiqasî ew sê sal pêşda bûn”,- Mînasyan gotîye.







