H’emû nûçeSereke

Beşdarê berevbûna admînîstratîv wê 100 hezarî bistîne, lê  beşa miaşêye mayîn gerekê  xudîyê xebatê bide: cîgirê wezîr

Hukumat bi înîsîyatîva qanûndarîyê pêşda hatîye, ya ku wê îzinê bide ku merivê ku xebata xwe dihêle û diçe beşdarî berevbûnên bona telîma dibe, zîyanê nebîne. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî pirsên xebatê û sosîyalî Rûbên Sargsyan gotîye.

Ewî gotîye wekî berê hebûn merivên usa, yên ku miaş didane wan xebatkarên xwe, yên ku beşdarî berevbûna dibûn, lê niha ew yek wê li gorî qanûnê bê kirinê.

Cîgirê wezîr bi mesela ew yek şirove kirîye: “Heger ez  nava bîznêsa şexsîda dixebitim û mesele 200 000 diramî distînim, wî çaxî dema ku ez beşdarî wan berevbûna dibim, wezîreta parastinê 100 000 diramî dide min, lê  merivê ku xebatê dide, gerekê 100 000 mayîn bide.Heger ez nava xebata dewletêdame, wî çaxî dewlet wî 100 000 dide min”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button